le mułkî kurdekan ewřo tep û mij hênde peyda bû

lebo kurdan
From the Book:
Berhemekanî Mistefa Şewqî
By:
Mistefa Şewqî (1865-1932)
 2 minutes  767 views
le mułkî kurdekan ewřo tep û mij hênde peyda bû
dełêy ḧeşrî xezane ya le řoj’awa, xor’awa bû
ke pûrî bêkes û xuşkî hetîwit çaw be firmêskin
ke małî bab û bapîrit serapa çol û řûxabû
temaşay dezgîranit ke, be kêrdî duşminî namerd
diřabû damenî pakî û be hîcran qelbî sûtabû
lejêr zincîrî zułim û bendî yexsîrî çi meḧzûne
temaşay daykî meḧbûbit bike çon destî besrabû
ke mułkî mukiryan û şarî sabłaẍ bê to xapûre
leser qebrî cewanan çawî nêrgis ẍerq de xwên dabû
serapa mewtenî ecdadî pêşût ca temaşa ke
le boç řûxawe? boç sûtawe? kakit bo çî xinkabû?
temaşake ke kanî qułqułaẍî sûr û sûrawe
ewe germebrînî kakte çun lêre kujrabû
le mułkî xoşewîstî to dexwênê kund sibeynan zû
ke «ey kurdî feqîr! ta key denûy heste çi qewmabû?»
le bo çî to denûy û xełkî bêgane be çalakî,
bibestin destî piřzûrit, meger merdanegît wa bû?
lenêw kurdan kesêk mułkî nebê, xo nokere bê şik
leser xełqî leber mułke ke emrî êwe mucra bû
bebê mułkî weten, ey qewmî kurdî lêt yeqîn bê toş,
be êxsîrî û zelîlî ser debey ’umrêk ke bot mabû
degeł şewqîPen name werin ewřo hetakû firsetû mawe
be ’îlim û me’rîfet têr’aw biken mewten, ke řûxabû