herçen min bendey bê ’ibadetim

bê ’ibadetim
From the Book:
Şî’rekanî Turkemîr
By:
Turk Amir (1750-1820)
 2 minutes  827 views
herçen min bendey bê ’ibadetim
’abid xam ’emeł ’asî ’adetim
bê dad û dehiş xetakirdarim
leyse luqmey leḧim laşey mirdarim
naxałsuqełb ẍelîztînetim
nimûney nifret, kîsey kînetim
des we kar nîk, nekerden yarîm
zwan û giftar nabawen carîm
ew ’ehd eḧbab namwafqim
mudamen we ’işq, mecaz ’aşiqim
yewm ḧeşir ’amił bê şerim û ḧeyam
îcazet we řay pakî nedê pam
hem diz hem deẍełbaz hem bexîlim
we kifey ’usyan e’mał seqîlim
ẍerez ye gişt ’uzir, kirdarekemîmin
ecir îştiba xatir cemîmin
mutme’nuqełb tûm qaym girten
mezanim lutif we emîr şerten
ewşew miḧemmed we mi’rac berdî
we yedułła xeyb şertiwenş kerdî
watî we namit esryan we çew
řûy meḧşer řûy bêcurmît ewşew
çen xetakaran kifranî ’asî
’arî je adab řay xudanasî
facir fa’łan, fire gunahan
hemîşe cûyay qetił û zinahan
bwexşim we ḧecir ḧucrey mi’racit
we řay řesûl řayegey řacit
hewr řeḧmetit ewser berarî
şirû’ keyn we meter bexşayş barî
barş keyn weban gyan siriştim
bişûrîn ewraq gunahan giştim
mer jey yemanî merḧemet maye
je emtar hewr beḧir bî paye
bişûrîn camey zeyl zunûbim
mutehher bû cîb camey cinûbim