ya řeb baz we ḧeq yaran yek řeng

yaran yekřeng
From the Book:
Şî’rekanî Turkemîr
By:
Turk Amir (1750-1820)
 2 minutes  1053 views
ya řeb baz we ḧeq yaran yek řeng
weqtê ’izrayîl gyan lêm mekê teng
nefes teng meyû we çał tînîm
řûy mentiq ne çay tenginay bînîm
weqtê sekerat mergim ha ne kar
maçan gyan kenin tełxe we îcbar
tełxî sekerat, hem wişar gûř
tengî, tarîkî, xemûşîy qubûr
hûł qyamet, nefxey bang sûr
řûj wa nefsa, le yewmelnuşûr
swał û cwaw nekerin çenem
feyzê je fezlet îḧsan ker wene
asan ker ’ezaw yek şewey qewrim
munker pey swał bikerî sewrim
nekîr nekerî nukte gîrî lêm
we ḧerf e’rab teşxîs nedey pêm
ředniwîs řed bû je întiqamim
małk dûzex fermûş kê namim
paka we ḧurmet xak pay pakan
xak pay pakan ewlyay xakan
şalle şerarey dûzex newînim
řehřew bû beheşt beyû we bînim
turkemîrPen name ne turk û ne ’erewlefzim
kurd kem sewad ḧafzelḧefzim
je cewr afat zemane meḧum
hem xet naqabił hem suxen sehum
ye îstid’amen her kes bixiwanû
pes sehu û xetam je wêş neřanû
her kes bixiwanû neqsê je ferdim
sehu û xeta wem nekerin merdim