16

mu’awedeta sitî û zînê ji sersal û geştê istitla’a daye’ê li macera û serguzeştê
From the Book:
Mem û Zîn
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 4 minutes  864 views
ew jî vegeřîn bi wî libasî
ḧazir şelyan ku kes nenasî
her çende kirin libas tebdîl
emma ne dibûn ji ḧalî teḧwîl
’işqê kirbûn wusa mubeddel
êdî ne diçûne ḧalê ewwel
qet kes nedgo sitî û zîne
xelqê we dizanî ecnebîne
dayîneke wan hebû zemanî
teşbîhî belayê asmanî
zala felekê li ber zebûn bû
wê nav ji pîrî ḧeyzebûn bû
ew hat ji ẍefletê bi ser da
fikirî ku cilê di wan di ber da
řûniştine bê mezaq û meşreb
windakirne zeqen di ẍebẍeb
ye’nî ku di teḧeyîwir û melaln
meh pare di ḧaletê webaln
culwa bûyî cewcemê ditaze
řengê semenê bi cayî ẍaze
kafûr mesel ’uzarê qanî
sorgul geřyane ze’feranî
zanî ku perî di bê libasin
meclûbê meḧebbeta unasin
go: ey hewesê dil û hinavan
her yek ji we ruhnya du çavan
ḧafiz ji we řa meger xudê bit
canê m ji bo we řa fidê bit
hûn hinde muqeyyedin di qeydê
îro bi tinê ku çûne seydê
we zû şemrand ji bo çi sersal
hûn řast bibên ku bûye eḧwal
bêjin ku muqeddime çi řenge
ev ḧîrete ya xyale benge
hûn bo çi ḧezînin ey metaya
nînin çu netîce bê qezaya
hûn bêjne min ko bû qezîye?
kengî li me xef dibit xebîye
ez dê nuhe řemlekê biřêjim
ismî û zemîrî ez bibêjim
yan şûşe û mendila xwe danim
mahîyetê ḧalî dê bizanim
wan gotne daye’ê nihanî:
em subḧê ku çûne der ji xanî
herçî li me bû duçar û peyda
ḧazir geřya cunûn û şeyda
axir ku ji ḧeddî çûye der cewr
cewrê li me ’aqbet nema dewr
em jî geřyan melûl û meẍbûn
hatîneve em xefîf û mexbûn
dayîn bi te’ennî û tewella
çû palve daye wan tesella
go: hûn bi cemalê şehryarin
her yek ji we şah û xundikarin
kî bit ku nebit mutî’ û muḧtac
kî bit ku nedit we bê teleb bac
her çî we ḧebandî ey perîzad
ḧusna we diket ji bo we munqad
xasma di vî şehrî bit we dildar
ez dê wî bikem niha xerîdar
bêjin kye? da biçim bibînim
ḧazir bigirim ji bo we bînim
wan gotne ḧeyzebûna saḧir
derdê li me ey tebîbê mahir
bê şubhe dewa ji dest te têtin
teqrîr eger ji dest me bêtin
teqrîr û edakirin meḧale
tedbîr û dewakirin betale
hindî hene kîj û kuř di buhtan
belkî di cemî’î be jin û buhtan
kes nîne bi lutif û ḧusnê meşhûr
îlla ku di deftera me mestûr
ye’nî hemî řû bi řû me dîne
hindî di vî şehrî ademîne
îrohe du keç ẍerîq şîba
ser ta bi qedem debîq û dîba
zîbende ji şeklê şahê xawer
tabende ji řengê mahê enwer
nageh li me bûn duçar û zahir
gêřbûn ji dûrve herdu nadir
em çûne bi ser binên ku kîne
fikirîn ne wekî me ademîne
teḧqîq melek we ya perî bûn
lewra ku ji av û gil berî bûn
gava ku me dîtin ew perîzad
em jî geřyan ji ’eqlî azad
ew herdu wekî du camê cemşîd
em herdu misalê mah û xurşîd
gava wekû pêkve bûn muqabil
misbaḧ û zucac bûn mu’adil
qarûre ji necmê mun’ekis bû
nûrek me bi qelbî muqtebis bû
qendîl û fetîle ger ji wan bû
agir ji ruxê me her duwan bû
zeytê me û agirê me dîsa
berbû me û dil me pê eyîsa
suhtin xwe bi xwe nizan çi ḧale
hişyarye xewne ya xeyale