14

mulaqî bûna tacdîn û memê ye bi sitî û zînê musteẍirq bûna wane di beḧra ’işq û evînê
From the Book:
Mem û Zîn
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 5 minutes  1135 views
wan herdu kuřê di came tebdîl
weqtê dikirin di şehrî teḧwîl
nagah û ’ecaybek numa wan
yek cuz’ ji ’eqlî qet nema wan
dîtin di meḧelle û zukakan
her kûçe û ẍurfe û şibakan
sed taze cwan ji řengê serwan
dîba û ḧerîr û xez di ber wan
pansed ji kiç û kuř û rewalan
ew çend ji qismê pîr û kalan
enwa’ê muzekker û mu’enes
hindek di burehne hin mulebbes
hindek di e’alî û ekabir
hindek di edanî û esaẍir
pêxwas hinek hinek di serkol
kaşo ji pyan û ser wekî hol
sermest hinek hinek di serxiweş
dem beste hinek hinek di dem geş
goyende hinek hinek di xamûş
poyende hinek hinek di medhûş
hin came derîde hin di serxiweş
hin ’eqil remîde hin muşewweş
hindan dikirin fiẍan û feryad
hin bûyî ji qeydê ’eqlî azad
her yek di meqamekî digergûn
her yek bi cefayekê cigerxûn
ew herdu demek veman teḧeyîwir
bûn ẍerqe’ê lucce’ê tefekkur
tacdîn sekkinî û pirsyar kir
piřsa xwe bi yêkê ixtyar kir
go: ey xizrê rehê hidayet
bêj ev çi belaye bê nihayet
wî gote du şehlewendê şeddad
îro li vî xelqî bûne cellad
her çî ku dibînin ew du serxiweş
fî alḧalArabicy diken wiha muşewweş
wan go: te nedî ku ew çi řengin
wî go: du kuřn zyade şengin
wan go ku bi şîr û şeşpeřn ew
yane bi xedeng û xencerin ew
wî go ku bi ẍemze û bi awiř
xelqî diku jin wekî bi keybuř
wan piřs dikirin ku ger bibînin
da bo xwe bi merdî dest hilînin
herdu di wî karî bûn ku nagah
dîtin ku ji meḧzê qidirة alilhArabic
ew herdu puser wekî du peyker
tabende bi şeklê şahê exter
yek hey’et û şekil û yek libasin
emma di wî şehrî řeng nenasin
sîret melekin swer perîne
ne ba’’in ew ne muşterîne
van herdu biran ku ew du obaş
dîtin dil û can we dan bi şabaş
ew řeng geřyan cunûn û waleh
êdî qe nebûn ji ’eqlî ageh
ne fehim û xired ne ’eqil û ne hoş
gêřbûne li ser zemînê medhûş
fî alcimlihArabic ji ’eqil û canî têr bûn
fî alḧalArabicy ji dûrve herdu gêř bûn
wan herdu firîşte’ê di kubbar
dîtin du melek zyade dildar
meh parene lêkin aftabin
dildarene lê ciger kebabin
teşbîhî bi seydê nîm bismil
bê şubhe gihane ḧalê muşkil
naçar bezîne ser şikaran
fukirîne ruxê di wan nigaran
zanîn ku ne seydê serserîne
serxeylê sipahê dilbirîne
westan û nezerkirin bi diqqet
wan hate bi qelbî reḧim û riqqet
alqisihArabic ji ḧusnê van ẍezalan
reḧmek kete qelbê wan rewalan
sirra dilî kir bi hev te’elluq
nûra ruxê wan bi hev te’eşşuq
mekşûfê terîqê aşnayî
rûḧan qe nekir ji hev cudayî
yek řengekî sirfe ’alema ẍeyb
zahir dikir ittiḧadê la reyb
ḧubbê we kirin bi hev giriftar
ḧusnê we kirin bi hev telebkar
te digo ku çi qalb û çi meqlûb
her çar çi talb û çi metlûb
bê şubhe yekin çi ten çi erwaḧ
ew mutteḧdin çi can çi eşbaḧ
ḧubba di dilan we kir ’edawet
buẍza di dilan we kir ḧelawet
nisbet bi me ḧadsin ’edîmin
lêkin ji ḧeqîqeta qedîmin
lewra ku cunûdê can mucenned
çêbûne di ’ilmê ḧeq muxelled
hin mu’telfin hinek muxalf
hin muxtelfin hinek mu’alf
wan mu’telfan bi yekve ulfet
axir we kirin nema çu kulfet
ye’nî ku ewan kuřê di xûnxiwar
gava û he dîtin ew birîndar
ew herdu bi sed dilan ḧebandin
řûniştin û herdu wergeřandin
gavek seyîrîn li be jin û balan
pêlek ḧeyîrîn li zulf û xalan
gotin: ’eceb ev kiçê di kêne?
yan herdu mela’îkê di xudêne?!
ev mêwe li kî cihî gehane
ev gul di çi gulşenê numane?
serwê di çi cûybarekêne
teyrê di çi murẍizarekêne?
mawerd ji hêstirê di gulgûn
rihtin li ruxê di wanê piř xûn
’işqê kirbûn wisa ne hişyar
qet’a ne dibûn ji xwe xeberdar
axir ku kirin bi xameya ’eşq
ḧusna xetê wan li lewḧê dil meşq
wan vê ku bizanin ew çi esiln
lewra ku nizanin ew çi nesiln
enguşteryê di wan cwanan
kêşan ji esab’êd xudanan
xatem ji enamlêd xwe kêşan
danîne cihan ji bûyî nîşan
yaqût bi muhryan guhořîn
elmas bi şûşeyêd bilorîn
sersal û xweşî ji dest bi der dan
’eyşê xwe bedelkirin bi derdan
nagah ecanben xuya bûn
nakam kirin weda’ û řabûn
man herdu bira wekî du seydan
pabestê selaslan û qeydan
řabûn ku şevek syah û tarî
şems û qemeran kirî tewarî
reh şubhetî murẍê nîm bismil
bê quwet û bê twan û bê dil
sersam û dewar û ser’ û meḧrûr
sewda û fu’ad û xebil û mexmûr
sed car diketne astanan
ḧetta ku gehane aşyanan
her çende ku gehşitine meqaman
emma ku li wan du telxê kaman
řoj û şev û weqtê subiḧ û êvar
yeksan di nima li wan bi yekcar