60

xatemya kitab û name’ê di sûretê xitaba digel xame’ê herçend ẍerez xetim kelame lakin li mutekellimî îhame
From the Book:
Mem û Zîn
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 4 minutes  1197 views
ey rakbê waq’ê peyade
wey ’aşiqê sefḧe’ê di sade
ey şa’rê saẍir û nigûn ser
wey saḧrê saxir û fusûnker
ey ha’mê wadya zelalê
wey ẍawyê de’weya kemalê
ey xame’ê serteraşê bed řeng
bes name’ê xwe qumaşê xweş řeng
řûřeş ke bi navê xetit û xalan
bed nam bike bi bê û dalan
hindî wekû xet ẍubar û hûre
ew xet ji letafetê ne dûre
gava ku ji řengê meşqê puř bû
ya şubhetî nesix û sulsê gir bû
ew nasxê nusxeya cemale
bê rewneq û ruhnî û kemale
lazim ewe dilberê di sade
xet lê nebtin wekî qilade
xweş zînete xet li mahê ruxsar
hindî li rûyan nebûye hevsar
ey xame te jî gelek dirêj kir
ev name bese te puř qirê ji kir
her çend kelam şubhî duř bit
bê qedir dibit dema ku puř bit
nabînî bi qîmetin cewahir
lewra ku di hindikin di nadir
sehu û ẍelet û xeta û nisyan
mecmû’e’ê napesend û ’isyan
teḧrîr kirin te bê te’emmul
kî dê biktin ji te teḧemmul
kes nîne biket ji bo te teḧsîn
goyende’ê aferîn û nifrîn
ey bê edeba xerabe bê ’ar
gustax û sitemker û syehkar
hindî ku serê te min qelem kir
ew çend te xetê xeta reqem kir
hindî ku serê te min teraşî
ew çend te kir guneh telaşî
feḧḧaşî te kir ji řengê xanî
neqqaşî te kir misalê manî
meşẍûlî bese bi le’b û lehwan
tewba xwe bike ji xeta û sehwan
carek were ser terîqê tewbe
hindî neghiştye te newbe
newbet ku gihşite xesmî xame
tey kir li me ew niza’ name
ew betlê dilawerê zeberdest
ewwel kemera tehewwirê best
bû rakbê duldilê enamil
der ḧal di gel me bû muqabil
kêşa ji zebanî zu alifqarArabicek
bû xesim di gel me şehsiwarek
sil bû rikya ji wan ’itaban
ezman geřya bi van cewaban
go: eḧmed eger tu ney xebîsî
her çî ku te go min ew nivîsî
qewlê di te qenc eger xerabin
fi’lêd te xeta eger sewabin
ey bed ’emelo tu qenc dizanî
tu qa’il û fa’il û xudanî
ney bûme di ’alema neyîstan
mey bûm ne bi destê meypeřistan
gava ku te ez birim ji sazî
ne dengê di min hebû ne gazî
te dûrkirim ji nik hevalan
mehcûrkirim ji mulk û malan
bend û weslê di min serabin
ewwel te kirin bi emrê kinArabic kun
paşî ku te kir di baẍê ’işqê
kun kun dilê min bi daẍê ’işqê
te puf kire cismê min dema can
hatin ji dilê min ah û efẍan
nefxa te li min dil û ceger sot
herçî ku te puf kirî min ew got
ez lalim wibê zeban û xamûş
bê nefis û nefes ji qismê qamûş
bezma terebê bi min te xweş kir
dîwanê guneh bi min te řeş kir
her çend ku zahrî heym ez
sazende tuyî wekî neym ez
ma ney bi xwe tiştekî dibê jit?
xame bi xwe reşḧekê diřêjit?
katib qelemî diket syehkar
sazendeye ney ji dest bi hawar
nay û qelem û midad û nîşan
tîr û hedef û keman û kîşan
miḧkum û ’ilîhArabic bûn di teqdîr
hêj ismê guneh nebûyî testîr
ya reb tu dizanî xanyê jar
teşbîhî bi xameya giriftar
qelbê wî di dest tedaye aliḧqArabic
destê wî bi dest xwe nîne mutleq
gava ku li wî te serqelem kir
herçî te irade kir reqem kir
amir tuyî ew bi emrî me’mûr
me’mûr dibin hemîşe me’zûr
ger da’ye wî te ixtyarek
ew jî wê sipare te bi carek
ew ger ’elem û weger qelem bû
peyweste di dest te ser qedem bû
nefi’ û zerera xwe ew nizanit
ya qenc ji bo xwe ew çi zanit
çawa ku ji bo te řa rizaye
ew ney sifete wî ew hewaye
walilhArabicy ji sifîdî û syahî
wî qesd û ẍerez tuyî îlahî
emma bi murekkeba qeba’iḧ
řûřeş kirne gelek sefa’iḧ
xettê teye sernuşt û sermeşq
sih sale xetê xeta diket meşq
lewra ku dema ji ẍeybê fek bû
tarîx hezar û şêst û yek bû
îsale gihşite çil û çaran
wî pêşrewê gunahkaran
vêkda ji menahyan gelek mal
yek pûl nehin ji ḧusnê e’mal
ewwel ku te da ji ’işqê metle’
axir bide wî tu ḧusnê meqte’