10

’etfê ’inan û licam be ser encame kelam
From the Book:
Mem û Zîn
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 2 minutes  1022 views
da bêne bi ser ḧikayeta pêş
xelqê ku ji derdê ’işqê dilrêş
her çende ku bê ḧed û qyas bûn
’amî û xewadim û xewas bûn
lêkin ji xewadmê di mumtaz
sed lawê sehî qed û ser’efraz
her yek di meqamê ḧusnê řojek
her yek bi kelamî sîne sojek
her yek bi kemalê bedrê mahek
her yek bi cemalê sedrê şahek
ew jî hemî ’aşiqin di talb
ew jî hemî talbin di raẍb
lêkin ne bi dîtin û şehadet
belkî bi bihîstin û rîwayet
balcimleArabic di xidmeta emîr bûn
fî alcimlihArabic ji sirrê hev xebîr bûn
serḧelqe’ê wan perî misalan
sertacê ewa melek xisalan
tacdîn digotnê cwanek
goderzê zemane pehlewanek
nesil û neseb û ḧeseb ’yan bû
serdefter û serwerê kuřan bû
babê wî digotnê sikender
lêkin ’ereban digo ẍezenfer
lewra ku bi şîrî şubhî şêr bû
řoja şeřî ew hezar mêr bû
tacdîn du bira hebûn di qellaş
manendî du şahbazê cemmaş
da’im dilê du jimnan disotin
yek ’arf û yek çeko digotin
emma wî ji cumle xas û ’aman
jew çendî bira û bab û maman
lawek kirbû bira ji bo xwe
nê ez ẍeletim çira ji bo xwe
řoja ku ewî bira nedîta
teşbîhî şeva çira nedîta
dunya li wî têk dibûye tarî
řoj bû ku li wî dikir tewarî
enbazê fereḧ şerîkê ẍem bû
sergeşte’ê ẍem bi navê mem bû
mem jî li wî ’aşiqek temam bû
ne şubhî bira û bab û mam bû
her çende birayê axret bû
te digo ku dinî û axret bû
tacdîn weledê wezîrê dîwan
mem jî xelefê debîrê dîwan
ew herdu cwan we lêk di ’aşiq
ew herdu bira we pêkve sadiq
yek qeysê zemane yêk leyla
yek wamqê ’esir û yêk ’ezra
ew yarê ji dil ne serserî bûn
reh şubhetî mihir û muşterî bûn
yarî û birayî û mu’axat
nabit bi ryayî û meqalat
yarî ne hêsanye cefaye
meqsûd ji yaryê wefaye
axir tu eger nekî wefayê
ewwel mede ber xwe wê cefayê