9

teḧsîna qumaş û kalayê walayê ḧusna ḧebîbane ’umûma te’rîza cewherê bihayê cemala sitî û zînane mexsûsa
From the Book:
Mem û Zîn
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 1 minutes  1088 views
hindî ku di qeyseryê dunya
vêkdane xudê meta’ û kala
mecmû’ê xeza’nê di qeyser
ḧetta veke dexmeya sikender
duřřê di defa’nê di xaqan
le’la ku di xatema suleyman
her çende zyadetir buha bin
balcimleArabic bi cuz’ê ḧusnê nabin
ḧusna li ruxê sitî û zînê
bû beḧreke ateşê evînê
pêla ku digirte pêl û mewcan
řo ja dikete ḧezîz û ewcan
sed can û dil û ciger disotin
xelqî bi mesel ji wan digotin
şems û qemeran qirane pêkve
lew muşterî ev cihane pêkve
seyyadê cemalê wan ẍezalan
seyyatê sedayê wan delalan
dellal sifet gelek sifet şêr
jefẍan û ji naleyan nebûn têr
řojan û şevan gelek dinalîn
ḧetta ku di gel melek dikalîn
ḧusna nebtin çu ḧedid û ẍayet
nabit ji xwe ’aşiqan nihayet
lê ’aşiq û bu alhusArabic cudane
hin fa’dexwaz û hin fidane
canan telebin hinek ji bo can
hin can telebin ji boyî canan
hin wesil ḧebîn ji řengê tacdîn
hin derdiguzîn wekî mem û zîn