7

fihirist seraẍaz kitab exbar û eş’ar ne’it elqab û esare di suret i’tiraf û iqrara bi’eciz û inkisar digel i’tizara guftar wî
From the Book:
Mem û Zîn
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 5 minutes  1817 views
saqî bike camê asmanî
raḧa weku rûḧê cawdanî
da em bigerîn dimaẍê can teř
yek leḧzeb raḧê rûḧ perwer
saqî tu biřêje camê mîna
ava ku dikit zemîrî bîna
şadab bigêře qelbê meḧzûn
medhûş bigêře ’eqlê mecnûn
saqî bike kaseya mucewher
wî şîre’ê me’sera mutehher
yaqûtê muzab û le’lê seyyal
wî durrê xweşab û xemrê tellal
duřdane’ê xwe biřêje navê
ye’nî ’ereqa wekî gulavê
dem dem bide destê mey peřestan
xelqê ku hinek ji dil di destan
da camê dilan bibit muresse’
bezma terebê bibit musenne’
vê meclisê meyxuran mudamî
mestane bike ji nû mudamî
mumkin ku ji feyzê bê nihayet
yek qetre bibit li min ’inayet
neş’a qedeḧa meya murewweq
keyfa ’eneba řezê bi rewneq
ew řeng biket di nefsê te’sîr
ḧasil bibtin di qelbî teşwîr
ye’nî bikevîte canî şewqek
ḧetta bigehîte qelbî zewqek
te’sîrê nefes bibit ji bo min
teşrîḧê qefes biket ji bo min
tesfîye’ê dil bibit me ḧasil
hevdeng bibim di gel ’enadil
murẍê dilê murde bête perwaz
bê perde bibit terane perdaz
dem şubhetî bulbulan binalit
geh şubhî ’enadlan bikalit
ahan ku verê biket seḧergah
hemware di gel nesîmê hemrah
sed ẍunçe’ê dil ji ber biker bin
sûsin bi zeban û ba xeber bin
bişko ji bibşikivin ji xaran
xûnřêz bibin dimê hezaran
sorgul bigrîn bi eşkê şebnem
bulbul bikenin li reẍmê hemdem
saqe bide min şeraba gulgûn
bê deng def û sedayê qanûn
da şeḧne û muḧtesb nebînin
şahî bicevin çu ẍem nemînin
teşwîş biçin ji qelbê meḧzûn
dîsa bibim ez ji nû digergûn
mexmûr bibim bikirme lafan
serxiweş bibim bikim guzavan
bê keyf neşêm çu ez bibê jim
dîwane bibim duřan biřêjim
bed ḧal bibim suřan bi der dim
bê qal ji batnî xeber dim
teşbîhî neyê bikem terennum
tûtî sifet ez bikem tekellum
da keşif bibin ji min keramat
meşhûd bibin li min meqamat
şu’be ji meqamê dil bi awaz
gul geştê biken keweşt û şehnaz
bê dengî ji ’ewrê dil bi aheng
sed řeng seda bikim wekî çeng
manendî rebabê bê kemançe
deng bê ji defa me bê tebançe
zuhre bibihit newayê ’uşşaq
reqqas bibit li ewcê nuh taq
saz mey dilê kul bi zîr û bem bit
saznide’ê ’işqê zîn û mem bit
şerḧa ẍemê dil bikim fesane
zînê û memê bikem behane
neẍmê we ji perde’ê derînim
zînê û memê ji nû ve jînim
me’lûl bûyîn ḧebîb û ’aşiq
îrohe wekî tebîbê ḧazq
derman bikem ez ewan dewa kem
wan bê mededan ji nûve řakem
derdê di dilê memê ciger rêş
zîna ji derûnê dil cefakêş
wê perdegya ’efîfe mestûr
wî bê gunehê ji tuhmetê dûr
meşhûr bikim bi terz û uslûb
mumtaz bibin muḧbib û meḧbûb
ew řeng bikim ji nû ser’efraz
da bêne temaşeyê nezerbaz
dilber li memê biken girînê
’aşiq bikenin bi derdê zînê
hemderd bikin bi wan sefayê
bê derd bikevne ḧelwelayê
xelqê ku ji sîne û ji dil saf
pakîze surişt û ehlê insaf
balcimlihArabic bikin ji bo me teḧsîn
bêjin ku bi qencî hate tedwîn
xelqê ji yiḧbihimArabic digergûn
herçî ji ezel bûyî yiḧbunArabic
da bên û bikin ḧikayetê goş
hindek bikerin xwe pê feramoş
hindek bikerin bi can sema’ê
hin pê bikerin ji dil weda’ê
lê hîvî dikim ji muste’îdan
ḧerfan negirin li mustefîdan
ev name eger xirabe ger qenc
kêşaye me wê di gel du sed renc
nûbareye tiflenûresîde
her çende nehin qewî guzîde
lê min ji rezan nekir temettu’
manendê dizan bi kes tetebbu’
nûrustê ḧedîqe’ê fu’ade
me’sûme ’efîfe xanezade
newbare eger şirîne ger tal
metbû’e ji řengê teb’ê etfal
min hîvî heye ji ehlê ḧalan
teqbîḧ neken evan tifalan
ev mêwe eger ne abdare
kurmancye ew qeder li kare
ev tifle eger ne nazenîne
newbare bi min qewî şirîne
ev mêwe eger ne piř lezîze
ev tifleb min qewî ’ezîze
meḧbûb û libas û gûşware
mulkê di minin ne muste’are
elfaz û me’anî û ’ibarat
inşa’ û mebanî û işarat
mewzû’ û meqasd û ḧikayet
mermûz û menaqib û dirayet
uslûb û sifat û me’ne û lefiz
eslen nekirin me yek ji wan qerz
balcimleArabic neta’cê difkirin
dûşîze û new ’erûs û bikirin
ya reb mede destê xelqê nasaz
vî şahdê dilrubayê tennaz
ummêd ewe ji ehlê ’irfan
ew dê negirin li min çu ḧerfan
teşnî’ nekin wekî ẍeyûran
islaḧ bikin li min qusûran
esḧabê kemalê perdepoşin
erbabê ẍerez di piř xuroşin
me’mûl ewe ji ehlê razan
ew dê nekirin bi min tinazan
ez pîlewerim ne gewherîme
xud resteme ez ne perwerîme
kurmancî û kohî û kenarî
van çend xeberê di kurdiwarî
imza bikirin bi ḧusnê eltaf
isẍa bikin ew bi sem’ê insaf
esḧabê ẍerez ku guh bidêrin
’eyban bi kerem li min veşêrin
ava řuyê şa’rî neřêjin
ger mumkine yêke qenc bibê jin
sehu û ẍeletan neken te’eccub
te’wîl biken ji bo te’essub