îşaret ke be birjangit biłê xwênim biřêjin zû

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  397 views
îşaret ke be birjangit biłê xwênim biřêjin zû
ewa mirdim le hîcranit nema sebirim twanam çû
heta key bim wekû mecnûn minî bêçare sergerdan
le ’eşqî mahî tabanit le çînî perçem û gêsû
demêke dił birîndare ’ezîzim tu xwa sa dey
biłê ba zû le gyanim ken celawî dîdeyî cadû
be ẍemzey çawî fettanit minî bêçare ewgarim
ezanim kuştine çarem de bîke çawekem fermû
le ḧesret qametî serut ewende dił perêşanim
enałênim wekû qumrî hemîşe wîrdime kukû
sibeynê cejnî qurbane be qurbanit ekem qurban
ser û mał û dił û gyanim be çawî to qesem her dû
be ḧeyranî esûřêmo wekû perwaneye mînePen name
le şu’ley şem’î ser kułimit le ’eşqî xałekey ser řû