çawekem swên be çawanit şêt û wêtî xałî tom

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  534 views
çawekem swên be çawanit şêt û wêtî xałî tom
herdegêł û řû be çoł û wêłî çawî kałî tom
ger depirsît bûm be mecnûn kewtime řûy deşt û kej
çunke cana hoş nemawî bazin û xiřxałî tom
mirdinim jînim wekû yek tête pêş çaw řoḧekem
ew se’atey dûr le to bim dulbera bedḧałî tom
wa be ’uryanî esûřêmo le ser kołanî şar
dił şiksite û xeste cergî nawqedî şimşałî tom
bulbul û min her dû hawderdîn le zarî û şîwena
ew zedey řengî guł û min şêtî le’lî ałî tom
qumrî asa nałenałim kewte naw afaqewe
ey nîgara dił be xwênî qametî newhałî tom
ger be arî ’eşqeket dulber bisûtêm dûr nîye
çunke wek perwane qurban min peşêw eḧwałî tom
dulbera to bî û xwa sadey mede feqyaneket
çawekem bexwa hîlakî bazin û xirxałî tom
pêm ełên mînePen name wefa lew şoxe ummêd nakirê
guł beden sed car biłên sen’a sifet ’ewdałî tom