girtim yarî no girtim yarî no

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 2 minutes  427 views
girtim yarî no ...
mela depirsît girtim yarî no
senay sertapay binûsim bo to
bała we wêney newnemamî no
weḧşî ẍezalî lêwle’lî ałî
peşêw desmałî hem nesrîn xałî
ebro kemanî birjang çun sînan
dîde fettanî ẍemze wek peykan
bała ’er’erî řûmet wêney xor
perî peykerî şeng şoxî dulber
berze demaxî wek serwî naw bax
mela we qur’an dił boy bûge dax
zor ’îlim baze saḧêwî naze
şazadey bê ’eyb yekcar mumtaze
gêsû perîşan çeman esrîne
řûmet direxşan ełêy perwîne
dîde piřxumar her wek mey noşan
cemîn şu’le der wek şemsî řexşan
wek ahûy tatar le sa sił kerde
weḧiş û bê fame wek ahûy herde
depirsît mela çonim kewt we des
em ḧorî şêwe em askey çawmes
her wek seyyadan me’lûf we şikar
berbeyanî çûm bo řawî kosar
le sub seḧerda le ser şetawê
min dîm ceyranê, şoxî lewlawê
le dûr dî şêwam we taw geřyawe
çun ahûy řemga lewla wêsawe
gaga we nazo eykird nîgayê
toy diłmî pîka le hemû layê