be ẍemzey çawekanit xwênî minî bêçare meřêjêne

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  347 views
be ẍemzey çawekanit xwênî minî bêçare meřêjêne
be xwênim tînûn xwênim be ew xwênxiware meřêjêne
be şu’ley nûrî řût nîye dił tu bî xwa dulber
feřengî tîpî birjangit e naw em şare meřjêne
be bê sûç kes nekujrawe emin curmim çîye cana
be naḧeq memkuje em awe to em care meřêjêne
qyamet heł esê ger hewrî perçem da bipoşî řût
’ezîzim zułfî ser xurşîdî ew řoxsare meřjêne
nigara meykero ew pelke honawet dexîlit bim
gelî dîwane to û herde û kosare meřjêne
be ahî serd û awî çawî min bo baẍî ’umrî to
be men’im to le maçit agir ew gułzare meřjêne
cefa bo to wefa bo dujmin û eẍyare sa mînePen name
îtir qehrî sikî xwênîn le lay ew yare meřjêne