çawekem tu bî û xwa fermû e maway min şewê

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  347 views
çawekem tu bî û xwa fermû e maway min şewê
bełkû awî wesłî bałaket le arî dił kewê
çûme lay duxter ’ezîzim bo tedawî pêkenî
xesteyî ’îşqî û ’îlacit leyre to des nakewê
muddetêke çawekanim wa be dûrît gil eka
lade řûbendit nigara bełkû tawê bisrewê
şêtî ’eşqî tom û cana çî be dîwanem ekey
pêm ełêy bêre e lamo pêm biłê her çît ewê
şerte ew řoje xwa dîwanî dadî da’enê
mînePen name bem zamanewe yexetgirê dulber lewê