ax nemirdayem azîz gyanekem

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  317 views
ax nemirdayem azîz gyanekem
taqe gułekey baẍî jyanekem
em cûte çawem piř le xwênawe
le dûrîy towe kwêr û lêławe
azîz gyanekem we ayey şerîf
swên we mu’cîzey řesûlî ’efîf
ta destî dêwî řeqîbî bedxû
bîtenê perdey telîsim û cadû
let nekirê be tîẍ pey nekirê be şîr
hezar tamezroy wek min ebê pîr
nabînîn şêwey bejnî bałaket
nanîşîn we şad le say ałaket
debêt her bigrîn bimrîn le dûrî
diłman we giryan bideyn sebûrî
sa xwa tuxwa leber pêẍember
bîke be xatir seyîdî serwer
delîlê be xêr binêre boman
pel pelî bika dêwî bê aman
řêman nîşanda berew řûy mirad
be wesłî bałay azîr bîn diłşad