min le çawit çawekem sewdaserim wek pyawî gêj

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  461 views
min le çawit çawekem sewdaserim wek pyawî gêj
mest û mexmûrim nedîwe xwên xwarî û xwênřêj
tîrî birjang û birot karêkî wayan kird le dił
hîç demê nayken be dił sed xencer û şimşêrî têj
çawekem me’lûm ezanim çawekanit emkujin
tu xwa bîre e ser meytim be ew ḧeq dare bêj
kuşteyî xome şehîdî ’îşweyî dîde û birom
naytêłim bîbeyte qewra bê le qapîma bibêj
wextî em eḧed nîye ne elḧed dulbera wek mîne cafPen name
bêre ser meytim ’ezîzim to le cêy telqîn û nwêj