ax le des fîraq û daẍ û ax le des hîcranî yar

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  430 views
ax le des fîraq û daẍ û ax le des hîcranî yar
boç nehate axrî dûrî ciger sozanî yar
ax çi bû em derde dûçarî minî bêçare bû
agirî berdaye ’umirim dîdeyî fettanî yar
řû e lay kê bikem xudaye kê deway derdim bika
mełhemî dest nakewê zamî mijey qetranî yar
ax û bedbextî û kiłołî û çareyî şûm û syam
taze wa têne eso cêgey řim û peykanî yar
ax fełek em zułme to kirdûte qed neydîwe kes
min esûtênî be dûrî û dujminîş hawşanî yar
mînePen name nûrî mustefa bêrête qapît bo řeca
ew xwa boy bê delîlî zû le naw yaranî yar