le řê guzarê le naw maşînê

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  326 views
le řê guzarê le naw maşînê
tûşim bû we tûş şoxî şîrînê
bała ’er’erê leşûlarezim
dulberî şoxî dîdemes xwên germ
nask newhałê ře’na dulberê
gerden mînay teř şimşał kemerê
řûmet teř, nask, kał û pemeyî
dem gird û lêw sûr xişt û ẍunçeyî
we ’îşwe naz û we nîw nîgawe
car car we lama ke lay edawe
diłmî epêka cergî esûtan
řoḧî şêt ekird famî eşêwan
we tîrî mujey sed dił ewgare
çen şahan we derd ’îşq dûçare
kewtime tořdaw syaperçemê
gîrodey xałî çenake û demê
ewgar û ’ewdał dił şêt û lêwe
wek meḧnûn mawam serḧed û kêwe
mînePen name mer yezdan xoy bikat çarim
bikat dermanî diłey zamdarim