le tom metlûbe řebbî keř bê şeytan

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  341 views
le tom metlûbe řebbî keř bê şeytan
hîwadarim xudaye dûr bê lêman
syaçare řuwe û meşrîq heł edrê
nîşaney hełgeřanî cafe dîsan
nîşaney hełgeřanî arî cerge
nîşaney řoynoy êmes e kêwan
nîşaney şêtîy û wîłî û nimane
nîşaney meḧwî ’eqłe û hoş û ’îrfan
nîşaney şîwen û nałînî diłme
dûbare řû eda hawar û giryan
dûbare tête swê zamanî dûrî
dûbare ser edato derdî hîcran
dûbare her wekû mecnûn be şêtî
esûrêmo be ’ewdałî le kêwan
dûbare xwên be xuř eřjê le çawim
dîsano mînePen name asa û dîlî herdan