gyane wa der çû beden sûtawe qasd we’deye

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  408 views
gyane wa der çû beden sûtawe qasd we’deye
bimderê to bî xwa ger pête sa to mujdeye
wa le ximxaney derûna dił be xem tawayewe
ey xuda lay yar delîlê ya le řyê gum keweye
lêmgeřê ba bimkujê em derde tu xwa ey ḧekîm
qed ’îlacî nakirê çunke deway bê hûdeye
ey xwa to key necatî min le dest dûrî edey
bû be qîbley dił hemû cêge û wiłat û herdeye
sûtya perdey sebûrîm wa be awî îştyaq
ya řisul alle be şîrê ya xeber hawirdeye
her ebê min bim îlahî şêt û lêwe û der be der
boç nebû wek min zebûn û dił bexem alûdeye
(mîne cafPen name şexsê meger neyçeştibê jehrawî ’îşq
men’ û tomey to bika, çunke diłî asûdeye