ey qełay paşa qesrî ser sîrwan

giftugo legeł «qełay paşa»
From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 3 minutes  413 views
ey qełay paşa qesrî ser sîrwan
tu xwa pêm biłê boç bûyî wêran
boç wa xerabe û çoł û meḧzûnî
bo çî řûxaw û kelawe konî
hate e zwan qesrî wêrane
cwabî damewe be em zwane
witî bira gyan boç agirt dam
boç twêjî zamî twêj bestet la dam
heweł şwênê bûm sara û semawat
řojê le nakaw dengî tepłê hat
seyrim kird mîrê le geł sûpayê
hate em dewre û matił bû tawê
witî be leşkir qerarmane
em dewre zusan hewarmane
sibḧey ke şu’ley xor hate dyar
hate xwar supa û koç û tilmît bar
syamał bezî çîn le banî çîn
bûm we dewrey wek gułzarî çîn
bûm we noşîngey keyxesrew nawê
bulend emîrê ḧişmet penayê
beynê hewargey keyxesrewê bûm
maway sełtenet textî keyê bûm
behar ’êle û jûr xêł perwazî kird
xusrew bo nebûn hîmet xwazî kird
ew tepłî ḧişmet le xusrew mawe
lê dirya be naw ḧeme paşawe
ke dewrey şayî bû be dewrey ew
bû be cê noşîn dêhîmî xusrew
minî bina kird le ser em dewre
nawî nam qełay lay «małe gewre»
bûm we paytext ḧemed paşa xan
qapî ’eşayr baban û goran
beynê noşîngey ḧeme paşa bûm
mawa û mekanî ew cemşîd ca bûm
řojê be emrî qezay řebbanî
le dunyay fena paşa bû fanî
cê noşîn ser textî sełtenet
meḧmûd paşa bû nîşte banî text
meḧmûdî gerdûn cêgey nazî bû
ser sułtan meḧmûd wek eyazî bû
em dewre yekser cêgey mewaro
ya małe mîr û ya xizmet karo
min hewarê bûm başqey hewaran
nîştimanî text şa û şaryaran
taqê bûm wêney taq kîsrewî
seray humawîn erkî xusrewî
ney dewre maway guł ’uzaran bûm
şikargey leşkir mîr şikaran bûm
cêgey ḧakmî iqlîm gîran bûm
maway sełtenet mîrî mîran bûm
her le hewlêro heta řewanser
kerkûk ta hewşar kełuř ta pijder
serdarî ser kiç le îwanim bû
gişt deste û nezer řûy dîwanim bû
êwaran meclîs têma egîra
qerarî řawî şefeq edrya
le geł şefeqda seday řawçyan
lêl dengit tepił da egeye keywan
kwa keyxusrew beg dezga û zemzemey
kwa małe gewre û ’êl em çemey
kwa mumeḧmed paşa û bezim û dezgakey
kwanê pişt małe û tîpî sûpakey
kwa meḧmûd paşa mîrî mîran bû
şe’şe’ey le řom heta taran bû
kwa xanedanî emîr zadekan
kwa baz û supa û kwa begzadekan
îsta ke min çon wêrane nebim
boç le dunyada efsane nebim
çunkî dway ewan be ser çû bawim
boye kawil û çoł û řûxawim