tu xwa pêm biłê er çerxî dewran

şîwen bo ’ebdułła begî keyxesrew begî caf
From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  296 views
tu xwa pêm biłê er çerxî dewran
bê beyn û wefa, bê ’ehd û peyman
çî ḧasił ekey lem xwên řiştine
ya çît tête des lem cwan kuştine
çen newnemamî gencî taze dem
cwane merg ekey eyxeyte ’edem
ya çon diłit têt ewen ẍunçe goł
be nakam ebřî eyxeyte jêr gił
şermêkit nekird ey çerxî dewwar
bê řeḧim û dił sext, xwênimj û ẍeddar
qesrî qizrabat cê û mekanî bû
nîştimanî text keyxesrewî bû
kawlî ekey bê serdar û xêw
ey be mawa bê bo min mawa şêw
mîrî bexşendey bê diro û gezaf
cêgenşînî meḧmûd paşay caf
’ebdułłe beg bû le naw qewm û xwêş
desgîrî zumrey bê newa û diłřêş
bê bak û netirs, piř sexa û kerem
be hey’et řostem, be kirdar ḧatem
le naka eybey bo mułkî nebûn
bê kuř, bê bira eykey seringûn
sa çît pê biłêm çerxî kone sał
dek kwêr bêt bextit bî be koy zûxał
te’rîxî wefat mîrî we ’înwan
eykem be daẍ û endûh û giryan