dengî waweylaye dîsan tête gwêm giryan û şîn

bo mirdinî mamî xoy «řeza begî fetaḧ beg»
From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  451 views
dengî waweylaye dîsan tête gwêm giryan û şîn
zelzeley ḧeşre meger em ḧałe kewte ser zemîn
dyare xo emřo qyamet hełnesawe ey řefîq
wa muḧeqeme «řeza beg» mirduwe lêm bû yeqîn
řû le her laye ekem hawar û of û nałeye
cêgeye dest nakewê bê bawkeřo û yeqedřîn
dengî bawkeřoye têt û kakeřoye û mameřo
her birařoye le ser yek têt û aẍařoy ḧezîn
ba minîş şînê bikem her wek ewan emma be beyt
her be naw îsmî ẍezel bê, piř le me’na û agirîn
***
wa nezanî paş ḧimed begNamed-Entity kes nîye řoy bo bikem
ya be to tazey kemo, înca řeza beg mameřo
mîrî ’alî hîmmet û kanî şerafet mameřo
menbe’î şerim û ḧeya řoḧî necabat mameřo
beḧrî ’ezim û ẍîret û derk û feraset mameřo
saḧîbî îḧsan û ’edil û xeyr û ta’et mameřo
xot be munsîf da’ena lem koçe însafit nebû
çunke ta řojî qyamet her biłêm min mameřo