beḧsî dûrîyeket ey nûrî beser

wełamî namey şa’îr bo miḧemed se’îd begî amozay le kelar
From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 2 minutes  618 views
beḧsî dûrîyeket ey nûrî beser
ba waz lê bênîn ta çen řojî ter
feqet gwê bigre ey berguzîde
tewanay dił û bînayî dîde
paş hewałpirsî û maç kirdinî çaw
hate lam namey piř gile û ’îtaw
gwê bigre le min berguzîdekem
twanay diłim nûrî dîdekem
wek ’eybe kesê kurd nasraw bê
bo dujminî kurd ciger xwênaw bê
herwayş zor ’eybe bo îslam zwan
ma’îlî be xû û kirdey ẍeyrekan
ger baweřit hes to qur’an ḧeqe
îmanit heye emrî mutłeqe
yum la yinfi’Arabic bike timaşa
înca ezanît netîcey dunya
ezanît řojê tête řêgeman
bê cêy mał û kuř ẍeyrez kirdeman
ya biço bo lay yixirc alḧîArabic
ca baş tê’egey zînewbûn heye
înca ezanît řojê hate řêt
ełḧedseray teng bû be mawa û cêt
le em pênc ferze ke ha le nawî
to ’afil nawî hetakû mawî
ne jin ne bira ne mał ne serwet
lew şwêne nayka be pulê qîmet
wextê ezanî wa me’mûrê hat
le dîn û kirdar pirsyar ekat
pelit ekêşin etbene ḧuzûr
etbene dîwan dadarî ẍefûr
dełên kwa nwêju kwa řojû zekat
kwa seriftire û ḧec kwa çake û xêrat
kwa nêkî kirdar kwa xase û ’emel
ta řicat bo bika nebîyî mursel
ger le sed yekê nebê desmayet
lay xwa û řesûl berz bika payet
ca çon řût heye biçîte dîwan
çon edey cwaw zatî lamekan
înca enałî ekey řołe řo
pişt des emałît ekey řołe řo
’umrî be bê çwekem řołe řo
řû zerdî lay ḧeq bûgim řołe řo
zwan be řo řo etbene dwawe
ẍeyrez cehninim cêget nemawe
ke min le dinya weha ḧałî bim
xewerdar le emir zulcelalî bim
ebê çon leber bira û amoza
ya le ber keyf û xoşî řûy dunya
terkî řojg û nwêj ya ta’et kem
xom serefgendey qyamet bikem