le tarîxa ełêt bazê be bazê

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  304 views
le tarîxa ełêt bazê be bazê
witî ta key bijîn bê qedir û nazê
heta key wêłî seḧra û deşt û kêwan
heta key bê teqalay řizq û şêwan
were ba pêkewe herd û le geł yek
biřoyne lay emîrê ya wezîrêk
lemil keyn milbenî yaqût û gewher
lepê keyn zengiłey ałtûn zîwe
leser textêkî zîwîn da binîşîn
be bê koşiş bixoyn û hem binoşîn
şewan haw meclisî sułtan û mîran
be řoja řaw bikeyn lêl şa û wezîran
cewabî dayewe bazî biłindixû
witî ercûme îtir lêl mina tû
meke em new’e tedbîr û beyane
leber şanim wekû mergî girane
be ḧuřřîyet be herde û darewe bim
le birsyana eger mirdarewe bim
dełêm sed sał be tamezro û be birsî
bijîm û nek bibînim řojî ḧepsî
be serbestî hezar birsî û feqîr bim
gelê lam xoştire têr û esîr bim
be ser berd û lenaw befra bebê bak
be dem tîro biẍłitêmo lenaw xak
ne wek meḧkûmî şahan û wezîran
zelîlî quşçî û emrî emîran