le wextêka ke zor mat û ẍemîn bûm

cwawî namey şêx emîn kuřî şêx ’ebdułłay kanî qadir
From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 2 minutes  308 views
le wextêka ke zor mat û ẍemîn bûm
le jûrî matema goşenşîn bûm
xeyał û bîr û efkarim be carê
le şwên yaran egeřyan gişt dyarê
le piř kirdî be mała? beşîrê
xoşîy damê be çî? namey debîrê
temaşam kird yekayek honra bû
çepê guł dyarî dos bo bira bû
gelê memnûn û diłşad bûm û xoşḧał
ẍemim řoyşit, xoşî warîd bû der ḧał
necîbîy xotit îsbat kird beřasî
le eş’arî şî’arî yek şunasî
beyanit kirdibû, kake le name
ke nîwey dîdenî xetit û peyame
bira gyan her wekû zerbiwalmîsale
merasîl nardenî nîwey wîsale
wehayş fermûye danayî hunermen:
«şinîdin kî bud manind dîdinPersian»
be tenya nameyek û yek dû eş’ar
tewaw nabê yekê û peyman û kirdar
tewawî destî bestirawe gyane
be çaw pêkewtinî yek bê behane
ḧisabî qewmyet lêl min meke to
ezanim qewmî kurd tewnêke bê po
namey şêx emînî şêx ’ebdułłay kanî qadir
mudetêke tasexwazî dîdenîm bo mîrî caf
ḧubbî wek darî jyan soze le diłma bê gezaf
çunke me’lûme serokî kurd û goranin hemû
ya be bîr û tîr û tedbîr ya be şimşêr û tenaf
kak emînî yumnî ye’nî mîrî goban û kelar
ḧubbî řakêşî diłe meylim heye biçme tewaf
arezûm waye hemû satê be xizmet ew bigem
çunkî diłsoze le bo kurd ’eynî waw û lam û ḧerfî qaf
bo des awêjî sexawit hełbijîrawin hemû
bo jyanî kurd û goran dił wekû awêne saf
min emîn û to emîn û tałebanî û caf û kurd
ba wekû cutê bira řagîr bikeyn bo řojî qaf