kwa netîcey mekteb û teḧsîl û kird û kareket

bo ew mindałe begzadaney sałî 1937 ke neyantiwanî le şarî kifrî û silêmanî û baqûbe xwêndin tewaw biken be des betałî geřanewe.
From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  358 views
kwa netîcey mekteb û teḧsîl û kird û kareket
pêm biłê çî bû ḧusûlî zeḧmet û azareket
bo çî wat zanîwe ’irfan terkî nwêj û řojuwe
ya beme bûy be munewwer larîkey sîdareket
řenge wat danabê xwêndin kafrî û bê dînîye
ya weku gudle û teraş tenwîr eka efkareket
key be gudle û swêł biřîn bûne munewwer ecnebî
xełq be teyyare û zerêlî têne nawî şareket
pareket lêl xot bere bo mektebî ełman û řûs
gwê le mînePen name bigre! laço! bê feře dînareket