ey fełek ta key be sobî her wekî zamanî dił

From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  401 views
ey fełek ta key be sobî her wekî zamanî dił
pêm biłê tu bî xwa to key ekey dermanî dił
kafrî ḧerbî eger çawî be ḧałî min kewê
ya wekû bêt û bibînê şîwen û giryanî dił
agirî têber eda şerit bê şerarey derdekem
nawî cergî heł eqirçênê kize û efẍanî dił
çî bû em derde ke dûçarî minî bedbextî kird
bo çî dwayî her nehat xwênaw û zuxawanî dił
řû le her laye ekem min bo dewayî zamekem
bel yekê bîka ’îlacî derdî bê samanî dił
her deřwanim têk şikawe qifłekey dergay necat
dad le destî bextî şûm û neḧsî bê amanî dił
bo yekêkî tir wekû mînePen name le jêr sata nebû!
cergî sutabê be kispey agirî sûzanî tû