pîremêrd dyare ezanî to hewałî ’êlekem

pirsyar le «pîremêrd»y şa’îr
From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 2 minutes  449 views
pîremêrd dyare ezanî to hewałî ’êlekem
pêm biłê, bo kwê çû, řûy kirde kwê, kwa xêłekem
muddetêke min esuřêmo be em sewdayewe
bû be maxulya le serma, bûm be em xulyayewe
hîç kesêkim des nekewt bêt û be řasî pêm biłê
ta e dîwanî gelawêj çûm û dêm deske gułê
seyrî ew deske gułem kird min be çawî muşterî
tê fikiryam guł nîye, gişt gewhere lay cewherî
mixteser mefhumî kirdim ew hewał û metłebe
wa dyare dîwte to pişt małe û ew debdebe
çon buwe to bî xwa ey pîrekey bê kîzb û gezaf
kewkebey meḧmûd paşa û şe’şe’ey mîranî caf
řoyîte řêy koç, ke wextê xêł ehate xwarewe
polî nazaranit dî bû to be tilmît barewe
dewrî dû awanit dî bûn û hewarî xêł ehat
her hewarêkit edî piř bû le sed xoşî û neşat
ew emîraney ehatin ser be zewqî tazewe
her yekê ser leşkirî tîpê be tepłî bazewe
êste ke ey pêremêrd boye le tom pirsî hewał
çûme ew warge, nebû le ew warge ẍeyr ez diřk û dał
dîm le cêy meḧmûd paşa û hewargey mîrekan
bayequş lêl quşqeře û dał û qeła girtûye lan
pêm biłê tu bî xwa ey pîremêrd eḧwałyan
çî be ser hat małe gewre, kewte kwê pişt małeyan