yekyetî lem nawçeye beynêke dengî daweto

ledway şořşî 14y temmuzî 1958, ’ebdulkerîm qasim le bełênî birayetî û hawbeşîy kurd paşegez buwe û destî daye şeř firoştin û perit kirdinî kurd
From the Book:
Dîwanî Mîne Caf
By:
Mine Jaff (1911-1965)
 1 minutes  346 views
yekyetî lem nawçeye beynêke dengî daweto
herçî eřwanim le beyna pîtî «kake» maweto
bîr û peymanman weha bû wek bira pêku bijîn
wa dyare hîç nemawe bełgeyê lew bawe to
wa dira biřyar ke wa em małe małî herdû las
êsta wa gişt qujbinî sed dawî tya niryaweto
her kesê eyut be her kes «kake» xawênî nebû
kewte der giştî diro bû êste der xiryaweto
ey bira peymanman wa bû hewweł řoj wek bira
xêr û şeřman her wekû yek bê heçî dirya be to
îste her çî tê efkirim giştî her bo xot ebey
bo minîş derd û xefet zyatir biłê cê maweto
min serim suř mabû ew sałe em wituwêje ke wa
dujminî xwênî ełên her wek bira bay daweto
gwê gire walle be řastî pêt ełêm baweř bike
naygeyênye gunyeyê ew deẍłe bot duryaweto
xot ezanî gyanekem hîç wextê beşman naxurê
mêjû nûsîwye ḧeqî ême hemû senyaweto
mînePen name min zû têgeyîştim lem dengubas û deme
bo syaset karî û ew kare wa kirya be to