ya zat danay huweyda û penhan
From the Book:
Dîwanî Cefayî
By:
Jafayi (1835-1890)
1 minutes
498 views
ya zat danay huweyda û penhan
řeḧmet û ẍezeb to bê întîhan
emnîyet ce êd mayey ’ezaben
me’yûsî ce êd mayey ’îqaben
dił ne toy zîndan tarîk ’îsyan
meḧbûsen we des nefis piř tuẍyan
gerden řeca û xewfiş ze’îfen
şew û řo ne fîkir ey dinyay cîfen
’umirim we axir yawa û hîç ḧasił
nekerdim îse mendenim matił
bo we ḧosin feził we bê muqabîl
řeḧmê ker we ḧał feqîr sa’îl
badey ḧubib wêt perêm ker naził
beł ce des nefis ser kêş ẍafił
necatim bido diłim bo ma’îl
we zîkir yadit çêş nebo za’îl
řeca û xewf dił quwe bisano
la te’emenwaArabic û la te’eyeswaArabic wano
fîkirî dinyay dûn têşda nemano
sîway zîkir zat to hîç nezano
beł axir nefes çun dêw le’în
pey selb îman ama ne kemîn
diłey we badey lutif to sermes
we bazûy tewḧîd pak firyad řes
binçîney ḧîleş bido we hem da
řay mekir û keydiş nebo new demda
ne şeř fîtneş xelas bam mehcûr
îman selamet yawun we ḧuzûr