hay diłe dîsan řût da wehemda

From the Book:
Dîwanî Cefayî
By:
Jafayi (1835-1890)
 2 minutes  356 views
hay diłe dîsan řût da wehemda
çêşen mewînûn hay ne matemda
peşêwît şahîd derdî bê dewan
şêwet şêwyan, şadît gişt lwan
mer sitarey bext tałet be’îden
----Missing dem ce bezim ’îdin
yaran gird serşar bezim hamseran
mest badey wesił giroy diłberan
gyan amade pey fîdayî diłber
sîway cefayîPen name zedey zam xeter
yekê şîrîn kam nuqił řaz leyl
yekê goş wesaz weş awaz keyl
yek, şew boy şewboy gêsû mes kerden
yek, dîn dîdey dełber hoş berde
yek meram tam dił piř ce şadî
yek meşẍûł keyf gerden azadî
yekê hamcelîs daym çenî dos
yekê mekero şew û řo pabos
bełam min meḧrûm bezmî yaranim
teşnekey kogerd ser kosaranim
daym tełx kam zar hîcranim
haym û bêhoş mat û ḧeyranim
boy tuřřey muşkîn dûr ce meşamim
nedarûn xeber ce subiḧ û şamim
derûn piř ce xem dił ce meram dûr
mehcûr xidmet şay dîde mexmûr
dîde nabîna, pa wişkî meynet
cestey xestey hîcir yar piř beynet
sa henî çenî yawun we meḧzer
wêm kerûn we fîday şay cebîn enwer