ẍayb le dîde çawî serim diłme pêtewe

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  3176 views
ẍayb le dîde, çawî serim, diłme pêtewe!
destim be asmanewe, çawim be řêtewe
can sexte, ya le de’weyî ’îşqa dirozne
ew zînde mawe ta le sefer yarî dêtewe!
canane řoy û can û diłim herdû dû be dûyî
ya řebbî çî bikem be nîsarî ke bêtewe!
řoşin ke çawî muntezîranit be gerdî řêt
to dêy û nûrî dîdeyî min dê be pêtewe
xom û xwênimit le fikir çû, du’a dekem
řengî xwênî min ke le destit neçêtewe
leḧzêkî min le sewme’eda dîbû, emrî da:
ew herze gerde lem dere derken, neyêtewe
însafî da ke dî tebî ’îşqim le şîddeta
ḧeqye witî: bem agire ger biştiwêtewe
wek şew kişa be ser mehî řuxsarya xetî
gîra em aftabe ke qet ber nebêtewe
meḧwîPen name be yadî toweye şuẍłî ke řoywî
ẍayb le dîde bû! be xuda diłme pêtewe