ḧiqaً le řeqîb ew ber û dergane ḧerame

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  1465 views
ḧiqaًArabic le řeqîb ew ber û dergane ḧerame
lew dêwe, ke em textî suleymane ḧerame
qîlArabicêkî ze’îf: ahî ḧezîn îzne le ’îşqa
giryanî be kuł, nałeyî mestane ḧerame
sûtanî be bê dengîye adabî meḧebbet
wek bulbul em efẍane be perwane ḧerame
wa derbedere dił, wetenî sînemî win kird
lew şêre xwêřî buwe em lane ḧerame
deyut ke beřehmen mehî řoy em senemem dî
ger bit eme bê, xizmetî bitxane ḧerame
min padşehî ’îşqim û her daẍî cinûnim
tacî sere, baqî ke le dêwane ḧerame
her koken û mecnûne kuřî kêw û byaban
ẍeyrî kun û qujbin ke le ferzane ḧerame
bê daẍî nedamet dił û bê derdî esef can
lem kalîbede dił, le dił ew cane ḧerame
xwênawî ciger, goşeyî bît alḧizinArabicê bû
meḧwîPen name! bese, meylî mey û meyxane ḧerame