eger meqsed muweqqet wesłe yarim dilberî nawê
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
2 minutes
564 views
eger meqsed muweqqet wesłe yarim dilberî nawê
eger şahî be namî bê serim qet efserî nawê
terazûy ’enbere zilfî cewahêrate defroşê
be kêşanî biro dyare ke em ser ew serî nawê
dił awêney cemalî toye jengî hîcretî hêna
be awî wesił eger bîşoy îtir xaksiterî nawê
le kořî ’aşiqana perçemî hênaye ser kułmî
witî ’ûde leser pişko desûtê mecmerî nawê
were bişkêne saqî saẍîr û hełbigre şûşey mey
kesê mestî nigahit bê şerabî kewserî nawê
ke kewte cîlwe ew mahe be bergî taqewe zanîm
felek hełnayenê mang û lîbasî exterî nawê
be new’ê abřûy erzî tika tofanî lêhełsa
leser keştî xecałet new’î ẍîret lengerî nawê
mełê gulley ’edu çunke xeternake xeter naka
pes û pêşî nîye tîrî melamet sengerî nawê
le ewcî mîḧneta teb’im wekû teyyare teyyare
şerarey ahe benzînî îtir bał û peřî nawê
kesê hełsa be carê bê şike hengamî kewtinye
keşîş û caf û sergełûy dû řûyî pişderî nawê
şelî kewte gelê cê ma qelê xêlêkî řûřeş kird
şel û qel xadîmî efkarî ew bin mesderî nawê
qełem bem base ḧeyfe ḧemdîPen name alûde dekey besye
ke mîllet muşteqî ef’alî bed bê mesderî nawê