nîme yarayî nîgahî ẍeyn û mîm û zê û hê

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  432 views
nîme yarayî nîgahî «ẍeyn û mîm û zê û hê»
ẍemze diłdoze letim ke to be «şîn û yê û řê»
şîrî ebrot yek îşarey bo minî şeyda bese
tîje çunke dawye kûrey muḧîbbet «elf û bê»
abî tîẍit dyare awî zîndeganî têkełe
kuşteganit zîndûn ta řojî «ḧê û şîn û řê»
ḧeşre hestawe le ’alem qapî tobe daxra
ẍulẍuley ’alem ke geyye ewcî «çê û řê û xê»
çerxî keç řeftare baqił dewreyêkî tir eda
piř zehir ka camekem wek «şîn û řê û bê û tê»
şerbetî mergî le awî zîndegî pê xoştire
we’deyî wesłî nedeytê «ḧê û mîm û dê û yê»
ḧemdîPen name takey her binałênî lejêr barî ẍema
bo çî nabê ey senem řeḧimit bewîşa carî bê