’aşiq û sofî le xułqa em melek şeytane ew

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 2 minutes  1414 views
’aşiq û sofî le xułqa em melek şeytane ew
pîrî bade û şêxî tekye em beşer ḧeywane ew
řazî ’îşqim birde lay zahîd wekû ker gwêy leqan
ḧałî bûm xałî bû milpane xerîkî nane ew
nûrî mey ferqî legeł şu’ley eletrîka heye
em çiray afaqî fîkire û xasî kołanane ew
min ke deslemlanî şîşem her be yadî gerdine
em mil eşkênim ke derxa gerdin û gerdane ew
zamî naz û zamî xencer pêt biłêm ferqî çîye
çaweřwanî melḧeme em derdî bê dermane ew
’aşiqî egrîce wek meftûnî kakoł qet nîye
wesłî em piştigwê xirawe hemdemî lêwane ew
şaxî mercan qabîle teşbîhî lêwî toy bikem
em berî maçîne darî bê berî beḧrane ew
řoj û yarim řû be řû westan wekû awêne yar
řûy nîşanda bû be ’eksî em ke sergerdane ew
têgeyştûn çawî mest û ebro bo kewtûne yek
nîm nîgahî em îşarey kuştine û fermane ew
wesił û hîcranim lela emsalî feqir û serwete
muşkilî zore wesił her çî bibê asane ew
’eşqî ḧemdîPen name sewqî saḧey felsefe û îdrak eka
’eşqî lê lade bizanim saḧbî ’îrfane ew