legeł ew şoxeda ẍurbet bibê yadî weten nakem
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
547 views
legeł ew şoxeda ẍurbet bibê yadî weten nakem
ke bosey řû beser bê qet tenezzul bo dehen nakem
be sed mîḧnet heta xwênî şehadet kewte dawênim
wesîyet bê ḧerame arezûy ẍusil û kifin nakem
eger durdî pyałey ḧezretî pîrim be qismet bê
silûkî ẍewsî sanî řabîtey weysî qeren nakem
le koyî dilbera ẍełtanî xwênim ken be sed xencer
ewêm pê xoştire bimirim be dił meylî çemen nakem
ke mecnûn û ke meftûnî sulaley zilf û çawî tom
eger ’eqiłim bibê ferqî seg û ahûy xuten nakem
be nîwe pêkenînêkit diłim wek ẍunçe şeqqî bird
le dar û berd îtir ferqî duř û le’lî yemen nakem
sirişkim řengî beḧrî eḧmerî řêjawe me’lûme
be tenha bê eme têkeł be ’umman û ’eden nakem