řojê wesłêkim dewê her wek şewî hîcran be tûl
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
742 views
řojê wesłêkim dewê her wek şewî hîcran be tûl
ta le nîsbet mîḧnetmida arezûm bête ḧisûl
herwekû řoj û şewm dî pêkewe yar û řeqîb
ḧîretim nemkird le daxana ’eca’îb bo nizûl
ger bisûtê ḧeqye bo muştaqî wek perwane şem’
çunke mî’racî muḧîbbet sûtne kirdî qibûl
min le silkî ehlî diłda bulbulim derkirduwe
siřřî me’şûqî be ’îffet nadrête des fizûl
seyle małî xoy û ’alem ka be ser pêçî xirap
řû le małî kes neka mexlûqî ser pêç û ’ecûl
qîr sipî bû daẍî ’eşqim ta be dinyayê kiřî
qet wekû zahîd qyamet mumkîne bîdem be pûl
nayełê ḧemdîPen name fereḧ ḧałî le ḧałî xot bibî
seyrî ’alem ew kese deyka ke daym bê melûl