le jêr feqyaneyaye destî îstîẍna diłî qanî’

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  545 views
le jêr feqyaneyaye destî îstîẍna diłî qanî’
le nûrî me’rîfet lebřîze wek mîna diłî qanî’
le tacî sełtenet şeqêkî hełda geyye ser sułtan
ke adabî gedayî dî û becêy hêna diłî qanî’
le tirsî len teranî ernî nałê qet kelîm asa
gumîş bê ger le kêwêkî wekû sîna diłî qanî’
bibînê ya nebînê çawî ser metłeb nîye bo ew
ke daẍê şik berê wek dîdeyî bîna diłî qanî’
welezzalînî mam îmam be tûle mewqî’î tirse
nemawe tirsî her çende be amîna diłî qanî’
le tebşîratî e’teynakelkewser ke sermeste
çi karêkî be peymane û beçe û mîna diłî qanî’
le bed tewrî xułq ḧemdîPen name bizane tewrî nagořê
be hîmmet wa denê daẍê beser kîna diłî qanî’