şems deşkê dełê bikirê qemer teşbîhî řuxsarit

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  834 views
şems deşkê dełê bikirê qemer teşbîhî řuxsarit
şekir detwêtewe bibyê eger şîrînî guftarit
serî şêwawe seru û tewqî załim çote mil qumrî
le řojêkî ke dîwyane be naz û lence řeftarit
xumarî neş’eyî mey her be tenha saẍîrî deşkê
xumarî naşkê mestî pyałey çawî xumarit
becarê êşî nexçîrî weha ebřêtewe ẍemze
le derman û ḧekîm azadeye mecmû’î bîmarit
giley naḧeq dekey ey dił ke nempirsîwe eḧwałit
leber azarî xom nekira bigem emşew be hawarit
legeł bangî ḧeqa wek kotrî ḧaqu denałênim
binazim gułistanî ’eşq legeł mensûrî serdarit
nîgahit bo bînay ’umrî minî bê çare bombaye
fîdat bim ey teyarey dîde bo te’sîrî kirdarit
le elfaz û me’anî bo milit gerdinliẍî gewher
dekem fikirim ne’ałozê be basî zilfî tatarit
be pencey şaneyî fîrqet xeyałit ḧemdîPen name dahêne
mîsalî desteyî gêsûyî yare bestey eş’arit