diřk û destit ger heye ḧazir be destit guł dira
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
588 views
diřk û destit ger heye ḧazir be destit guł dira
to le gułşenda bizane guł be ẍeyrî çił dira
qum qumî xwênî dił û birjanî qirç qirçî ciger
sifreyî ’eyşêke xase her be ehlî dił dira
saze nasazê be bezim û naye nanałê be dił
řojî řeqsîne ke řeẍbet her be paw û pil dira
çawî bîna her syeh bextî bese bo řiştinî
her be çawî kałî xudbîne ke tozê kil dira
kulfetî emřoy wicudî dîbê ger řoḧî beşer
şête bem tewqe çi ’eqłê bû ke ewwel mil dira
barî řastî qet le mûyêka nedî şaney feqîr
her kesê dił çake daym her beşî muşkîl dira
’umrî wek ’eyşî be daym kurte ḧemdîPen name ’aşiqan
pênc û dû řojê be her dû ḧîsseyî bulbul dira