canane be ebro xeberî mahî newîda
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
853 views
canane be ebro xeberî mahî newîda
subḧane çi berqê bû be yek cîlwe bewîda
zilfî ke be teḧrîkî hewa řûmetî poşî
wemzanî felek řewneqî řoje be şewîda
ger bête xewm řoḧim edem her be wenewzê
seyrî çi řewacêke be bazařî xewîda
ew çinge ke şabazî nîgahî le diłî dam
key baz û hełot dîwe leser singî kewîda
adem ke biřî nirxî beheşt bo çî řeqîbit
ew qapîye cennet bû wekû ker be cewîda
dewrê bû řewacî mey û meyxane nemabû
ew çawe xumarane be mestî biřewîda
dił layqî zincîre xuda çakî dezanê
sendî ke le ḧemdîPen name beserî zilfî ewîda