nałîne êskî min ḧeqî êwe heta řizîn

parçey sêyem
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  456 views
nałîne êskî min ḧeqî êwe heta řizîn
wek ney xuda xuda le ḧeşirda cuda cuda
ey dił xerîkî zat û sîfatî debê bibî
namerd nekey xiroş û nîda ya seda seda
to her xerîkî secde be, ey řoḧe pakekem
nabî bwestî ta leḧeşreda neda nîda
’erzî biken me’asî meḧzim min û ewîş
ełtafî meḧze dyare çi ḧukmê bida bida