xewm dîwe mu’ebîr dił ḧezîne
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
619 views
xewm dîwe mu’ebîr dił ḧezîne
nîşaney şadîye ’îzzet qiřîne
legeł yarim muqîmî gułşenê bûyn
witî baẍî cînan û ḧorî ’îne
witim ẍunçey nepşikûtûy dedamê
witî dem tenge řewzey ’arfîne
witim dû marî naye gerdinî min
witî zilfî syahî ’enberîne
witim sêwêkî xunsarî le dem nam
witî kułmî zerîf û nazenîne
witim dû necmî hełhêna le qewsa
witî çawî xumarî nêrgisîne
witim řojî le şewda şu’lewer bû
witî perçem leser textî cebîne
witim camê şerabî daye destim
witî şehdî wîsałî engebîne
eger xew mirdine bem new’e xoşe
cehennem dare ferş û berd serîne
îtir naçête xew me’lûme çawim
leber bê talî’î ḧemdîPen name emîne