ne hawderdê hebû fikirî be ḧałim ka ne ẍemxiwarê
pênc xiştekî leser şî’rî kurdî
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
2 minutes
534 views
hezar ḧeqim wit û neşbûm wekû mensûr be serdarê
nema kes damenî negirim penam birde hemû şarê
ne hawderdê hebû fikirî be ḧałim ka ne ẍemxiwarê
«eman mirdim ’îlacê sa le řêy pêẍembera çarê
wîsał ya qetil ya teskîn le her sê bom biken karê»
çi bo wesił û çi bo kuştin gelêkim dîwe min wadey
le bezmî xase bo min piř le zehrî kirduwe badey
le řêy xwada biłên ger bîkujî ew wexte azadey
«weha sûtawim esłen tabî firyadim nema sadey
řefîqan nîwe sûtin êwe namerd ’erze hawarê»
nefes sîne û kemanêke derî xist şorî meftûnî
serapa bê ser û pa pêm eka temsîlî mecnûnî
kelamim têkeł û pêkeł şî’ir neymawe mezmûnî
«le kuncî sîne dengî ay û oy dił dê be meḧzûnî
wêran bê nemdî satê lêy neyê nałey birîndarê»
çi sîḧrê bû be ’îşwe ’alemêkit şêt û şeyda kird
be ḧusnî yûsfî xîlqet leber çî tûşî sewda kird
kesê nałê senem em şorî ’eşqet bo çî berpa kird
«elay her kes eçim men’im deka xot bo çî řîswa kird
dirêẍ kwa ḧałzanê řebbî tûşim bênî bîmarê»
le xubana nîgar wek xor le encumda bełê take
leber em ḧusneye ew şoxe bê însaf û bê bake
be da’îm her cefa û cewrî ke eyka wa hemûy çake
«le jêr barî ẍema wa şanî sebirim řêşe êstake
fîraqî yar leber axir şeřî lêm bote serbarê»
eme karî xudaye damenî hênawete ber pêt
wekû gerd damenim girtûy û maçî ekem ber pêt
mełê çaket çîye to ya bikem em çakeye bo kêt
«seba yaranî meclîs ger hewałî min bipirsin lêt
biłê kêşaye meyxane dû çawî bêçuwe ’eyyarê»
le meydanî ’eşqida em qisane fermû key kurdî
weya kê bû le şa’îrda wekû ḧemdîPen name des û birdî
be texmîsî ke tesdîqî bika em nezme bû wêrdî
«duř û yaqût ebarê lem kelame şîrney kurdîPen name
xwa sa kwa le dinyada qedirzan û xirîdarê»