cumle ecramî semawî çakir û sułtane řoj

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 2 minutes  1295 views
cumle ecramî semawî çakir û sułtane řoj
ba’îsî bûnî gyah û kafeyî ḧeywane řoj
cîlwegahî nûre her kes têkełî dinya nebê
xo leber şêtî nîye tenha leser kêwane řoj
zilfekanî ba leser řû labda bo tecrebe
ba bizanim emşewîş axo dełên penhane řoj
min le pê kewtim le dûy ew mahe ca nobey ewe
ka’înatî pişkinîwe wêł û sergerdane řoj
em kisûfe tûlî kêşa ey felek fêłê nekey
wa le kwêtaye dexîle wextî zû berdane řoj
ta be qed zeřřem bimênê şerte meylî her nekem
dabnîşê ger le cêgey ḧezretî canane řoj
şem’î řûtî dîwe boye agirî tê berbuwe
meylî sûtanî heye baqił wekû perwane řoj
zilf û xałit bête daw û dane emca têdegey
xoy dexate dawewe bo xatrî ew dane řoj
yek keřet çawî xumarî diłberî dîwe meger
mest û medhoşe xerîkî kewtin û hełsane řoj
ger be umêdî wîsałî şamî zilfî to nebê
ser lekel dernayenê her nayewê ew mane řoj
řoşnayîm min be çawî xom nedî řojî fîraq
her şewêkî řûte xełqî bo ełên tabane řoj
hênde şewqî dîdenî nûrî cemalî tom hebû
nem edî ger hełbihataye leser em şane řoj
min ke mexmûrî nîgahî dîdekanî mestî tom
lêwî lê nadem piřîka ger le mey peymane řoj
xozge xwa řeḧmî enaye diłit û teşrîfit dehat
heł’ehat her ew se’ate bem şewî hîcrane řoj
her şewî new’ê eda zînet be ewcî asman
mahî min her têdefkirim řojekey řojane řoj
ba ’îlacî metłe’êkî tir bikem ta têbgen
munkîrî ehlî meḧebbet şew yekêke dwane řoj