le tirsî qehrî to řebbî xerîkî şîn û giryanim

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 2 minutes  2206 views
le tirsî qehrî to řebbî xerîkî şîn û giryanim
ciger xwênîn û dił ẍemgîn û şêt û wêt û ’uryanim
be diłma fikirî pirşingî ceḧîmî qehrî to deřwa
giřê degirim diłî dozex desûtê her besûtanim
le ef’alî mina řeş bûnewe êsqan û goşt û post
be řîşî sipyewe hêşta xerîkî swaẍî řîşdanim
ne emrêkim becê hêna diłî pê xoş bikem carê
ne xom lada le nehyêkit mufeřřeḧ bê ke îmanim
cehennem baweřim nayê qyamet min le xoy bigrê
ełê alûde nakem min be pîsî ḧeyfe damanim
xecałet bûm le aqarî gunah alûdeyî min bû
gelê řû zerd û şermindey beraber new’î ’isyanim
peşîmanî eger şaxî le însan der’ekird bê şik
le gerdûn tund debû şaxim be dił hênde peşîmanim
ḧîsabî xom dekem qesdim wehaye xom bisûtênim
ke fikirî beḧrî îḧsanit dekem piř awe lêwanim
emend xakim beserda kird le serda eşkî xwênim řişt
be keyfî xom şukir êsta le xak û xwên ẍełtanim
kel û kom û şel û şêt û futade û pîr û damawim
becê mawim le gel çibkem legeł hawifkirî şeytanim
şepolimda be beḧrî řû řeşî û ’usyanewe hatim
be yadî qetre awêkî le beḧrî lutif û îḧsanim
wekû kêwî gunah hatûmete ber baregahî to
ke muḧtacî beqed yek peřřekahî ’efwî ẍufranim
becahî şewket û îclal û qedir û qudretit ḧemdîPen name
bibexşe çunke wek berdî diłî deryayî ḧîrmanim