bê to legeł nalîya

From the Book:
Wenewşe
By:
Muhammad-Seddiq Mahmudi (1937-1990)
 1 minutes  804 views
’eqił wêł û geřokî herde, bê to
le ser şûşey humêdim, gerde bê to
le şadîy dam xefet wek cerde bê to
«derûnim piř kebab û derde bê to
diłim germ û henasem serde bê to»
ewîndarî be sozî ba wefatim
pepûley dewrî gonay şewçiratim
be bê togêj û sergerdan û matim
«xerîkî şeşderî hat winehatim
xelasîm qet nîye lem nerde bê to»
ẍemî durît ewendey taw û tîn dam
be mergî to le beynî merg û jîndam
lenêw deryay siruşkî agirîndam
«lîbasim matem û şîne, le şîndam
siruşkim sûre řengim zerde bê to»
lebarî, nerim û nołî, nask endam
řewaye ’aşiqit awaye nakam?
girane derdî bê toyî, were lam
«’ezîzim diłřeqe, min ferd û tenham
detirsim bimkujê em derde bê to»
be cêye dił newestê nałenałî
ke çawîş řořjê firmêskî ałî
gułim êsta sedîqPen name şêwawe ḧałî
«bebê dîdarî to xo lałe nałîNamed-Entity
’eceb hestawe em çen ferde bê to»