řêřewî jyan

From the Book:
Wenewşe
By:
Muhammad-Seddiq Mahmudi (1937-1990)
 2 minutes  739 views
ebê binyademî jîr
binyademî xawen bîr
afret û pyaw, law û pîr
gwê şil neka bo teqdîr
be bê metirsî û endêş
ebê biřwa berew pêş
***
însan çunke însane
erkî şanî girane
řêy jînî piř le jane
ebê biřwa merdane...
bibřê řêgey amancî
tadeskewê qazancî
***
xû megre qet be pestî
le têkoşîn newestî
merde ewey ke bestî
be serkewtewe hestî
serkewt bo nîştimanî
bo komełî însanî
***
mexze qeraẍ û goşe
em fikire jêrî boşe
witey be mêşk wihoşe:
mirdin bo jyan xoşe
jînî be pestî, gyane
merge, nêwî jyane
***
be tîn ke bîr û biřwat
labere kospî jêr pat
biřazênewe ew kat
nobûkî cwanî awat
awatî řestigarî
le dîlî wihejarî
***
bo wey bigeyte menził
bêye derdî le nêw kił
guman û dûdłî dił
binêje, bîxe jêr gił
guman û tirs û lerzîn
kospî řêy koşkî berzîn
***
gel çye? destî xwaye
des bide gel ke waye
ewkate her bełaye
pêt waye kêwe, kaye
ew wexte bextyarî
le komeła dyarî!!
***
lejînya pîroze
ew komełe û ew hoze...
ke endamî diłsoze
pakî yek deng û soze
asman yek řeng û terze
boye hemîşe berze
***
ew kese řenceřoye
ke her be fikirî xoye
çareřeş û tiřoye
dijî gel û guroye
serşoře her le astî
wîjdanî xoy be řastî